Partiya Komunîst a Kurdistanê hişyariya ‘birakujiyê’ da!

19-08-2023
Nîşan Partiya Komunîsta Kurdistanê Birakujî Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Komunîst a Kurdistanê bal kişande ser nakokiyên siyasî yên di navbera aliyên siyasî yên Kurdan de û hişyariya "birakujiyê" da.

Partiya Komunîst a Kurdistanê bi sernavê  “Birakujî, wê bibe sedema têkçûyîna deskeftiyên gelê me yên sed salî! Em bêjin na!” daxuyaniyek belav kir.

Partiya Komunîst a Kurdistanê di vê daxuyaniyê de çend hişyarî dan aliyên siyasî yên Kurdan ên ku di navbera wan de nakokî hene û hinek pêşniyarî kirin. 

“Metirsiya pevçûneke navxweyî heye”

Partiya Komunîst a Kurdistanê ragihand ku di navbera partiyên Kurdan de metirsiya pevçûnê heye û got:

“Di navbera hêzên siyasî yên Başûr û Bakurê Kurdistanê de metirsiya pevçûneke navxweyî heye ku em naxwazin wan rojan jî bi bîr bînin.

“Dê bibe sedema hilweşîna giran”

Birakujî dê bibe sedema ji destdana destkeftên gelê me.

Birakujiyeke nû ya gengaz dê bibe sedema hilweşîna giran! Di warê encamên cidî yên gengaz de hûrguliyeke ne girîng e bê ma kî rast e û kî xelet e!”

“Serkeftiyên birakujiye dagirker in”

Partiya Komunîst a Kurdistanê nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên Kurdan de wekî metirsiyekê nirxandin û wiha got:

“Em dizanin ku di nav partiyên Kurdistanê de, ne berê û ne jî îro destkeftiyeke birakujiyê nebûye û qet nabe jî!

Di bin her şert û mercî de serkeftiyên birakujiyê dagirker in! Ji ber ku bi birakûjiye re, ne tenê partiya A û Byê yan jî rêveberiya wan, bi giranî du beşên ku sengeren herî mezin in û wan statû bi dest xistiye, dê zerereke mezin bibînin.”

“Êrişên giran ên fizîkî bi kar tînin”

Partiya Komunîst a Kurdistanê di berdewamiya daxuyaniya xwe de cih da van îfadeyan:

“Bi rastî jî çar dewletên kolonyalîst, bi taybetî jî Tirkiye, statuya federe ya Herêma Kurdistanê û Rojavaya Xweser qebûl nakin.

Rewşa her du parçeyan wekî pêngavên qutkirina Peymana Lozanê dibînin û ji bo hilweşandina wê hemû êrişên giran ên fizîkî bi kar tînin.

Mîna ku ev ne bes be, ji bo di nav hêzên Kurdan de pevçûnê derxin nakokîyen di navbera hêzên siyasî yên Kurdan de gur dikin.”

“Zimanê tund ji xeynî xisarê tiştekî din nake”

Li aliyê din, Partiya Komunîst a Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ji bo nemana nakokiyên di navbera aliyên Kurdan de çend pêşniyar jî rêz kirin û got:

“Ji bo pêşîgirtina li birakujiyeke muhtemel, îro li şûna axaftinê, divê gelê me û dostên me yên li çar parçeyên Kurdistanê û yên diyasporayê bi lezgînî bi van daxwaz û armancên jêr tevbigerin:

1 – Ji siyasetmedaran heta hunermendan, ji oldaran heta karsazan, hemû pêkhate û kesayetên rêxistî û nerêxistî û gelê Kurd got, ‘Birakujî wê bibe tunekirina destkeftiyên me yên 100 salî. Em dibêjin NA!’ divê demildest bi ve dirûşmaye tevbigerin!

2 – Divê zexta demokratîk li ser hêzan bê kirin û ev yek bi mekanîzmayên rêxistî bê domandin.

Divê armanc kêmkirina rageşiyê be û bi rêya pêwendiya diyaloga navbera her du hêzan pêk were.

3 – Kadroyên siyasî yên Kurdan dema ku hevdû rexne dikin divê teqez dawî li pênaskirina bi têgehên sûc bînin.

4 – Çapemeniya Kurd a ji her beşê divê zimanê li dijî kolonyalîstan li dijî hev û bi taybetî jî dijî tevgerên siyasî û kesayetiyên Kurd bi kar tîne, bi kar neyîne

Zimanê tund û tûj ê ku heta niha hatiye bikaranîn û ji xeynî xisarê tiştekî din nake, divê bê şermezarkirin!

5- Divê dostên Kurdan ên herêmî û cîhanî sedemên aloziya di navbera her du hêzan de, bi her du hêzan re gotûbêj bikin, li ser bingeha destkeftiyên neteweyî çareseriyan çêkin û rê li ber birakujiyê bigirin!

Em ê wekî partî di van hemû xebatan de çalak bin û di nava xebatan de bin!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst