Li Urmiyeyê hişyariya lehiyê: ‘Nêzîkî çeman mebin’

19-08-2023
RÛDAW
Nîşan Urmiye Lehî
A+ A-

Helwêr (Rûdaw) – Rêveberiya Keşnasiyê ya Urmiyeyê hişyariyê dide ku dê ji ber baraneke gur lehî rabe û ji welatiyan xwest ku nêzîkî çeman nebin.

Rêveberê Rêveberiya Keşnasiyê ya Urmiyeyê Mehdî Sabirî ragihand ku pêleke xurt a baranê dê parêzgehê bide ber xwe.

Mehdî Sabirî ji ber vê yekê jî ji welatiyan xwest ku nêzîkî çem û avan nebin û ji wan dûr bikevin.

Mehdî Sabirî herwiha diyar kir ku ji êvara înê ve bayekî xurt li seranserî parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê tê û li piraniya navçeyan esman ewravî ye.

Mehdî Sabirî destnîşan kir ku pêla barana xurt heta êvara roja yekşemê dê berdewam bike û dê pileyên germahiyê ji 40 pileyî dakevin 20 pileyî.

Rêveberiya Keşnasiyê ya Urmiyeyê diyar kir ku li navçeyên çiyayî jî pileya germahiyê dê 12 pileyan dakeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst