Li Rihayê şerê bi çekan: Kesek hat kuştin, 2 kes jî birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêrecûk a ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê di navbera du grûpan de şerê bi çekan çêbû û di encamê de kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan li taxa Meydan a ser bi navçeya Bêrecûkê ji ber sedemeke ne diyar şer û pevçûn rû daye û di şerê bi çekan de du kesên bi navê Burhan G. û Ismail G. birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku her du birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê hatine veguhestin û ligel hemû midaxeleyan Burhan G. yê birîndar canê xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku derbarê şer û pevçûnê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.