Li Dêrsimê zêdebûna berhemên hingiv û genim bi şahiyê hat pîrozkirin

19-08-2022
Ali Haydar Gozlu
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Dêrsim Hingiv Genim şahî
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Îsal li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, rêjeya hingiv û genim li gorî salên berê zêdetir bû. Mêşvan û cotkarên wê navçeyê jî bi boneya zêdebûna berhemê hingiv û genim şahiyek rêkxistin û çendîn hunermend jî beşdar bûn. Sala derbasbûyî li Dêrsimê tenê 300 ton hingiv hatibûn komkirin, lê îsal tê pêşbînîkirin ku 3 qatan zêde bibe û bigihe nêzîkî hezar tonan.

Cotkar û hingivvanên Dêrsimê bi kêfxweşiya berekete îsal ya genim û hingiv sitranên xwe gotin û govend gerandin.

Li navçeyên Mazgêrd û Pilemûriye yên parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê bi beşdarbûna hunermendê Kurd Metin Kahraman bereketa îsal ya berheman hat pîrozkirin ku salên borî ji ber hişkesaliyê wek dihat xwestin berhemdêran encama keda xwe bidest nexistibûn.

Serokê Şaredariyê dibêje tovê bav û kalan ku li ber jinav çûnê bû û wek "Karakilçik" tê naskirin piştî kar û xebata wan îsal berhemanîna wê gihiştiye 20 tonî û berhemanîna hingiv jî ji her salê zêdetir bûye.

Serokê Şaredariya Dêrsimê Fatih Mehmet Maçoglu got “Em dixwazin ku herkes van ax û çiyayan biparêzin, pîs nekin û bendavan çê nekin. Bila mirov li van çiyayan çandiniyê bikin, mêşvaniyê bikin, genim û nokan tov bikin. Heta niha tiştên fabrîkasyon, bi derman û nexweş hebûn lê niha berhemên ne bi nexweşî yên xwezayî hene.”

Serokê Şaredariyê li gundê Balyapam ser bi navçeya Pilemûriye pirsgirêkên ku hingivwan rûbirû dimînin gohdar kir û li wê derê jî bi stranên zazakî yên hunermendê Kurd şahî hat kirin.

Serokê Yekîtiya Hingivwanên Dêrsimê amaje bi wê yekê kir ku bi vegera welatiyên parêzgehê her diçe pîşeya hingivwaniyê jî zêdetir dibe.

Serokê Yekîtiya Hingivvanên Dêrsimê Kazim Dogan dibêje “Sala borî nêzîkî 60 hezar kewarên hingiv hebûn îsal ev derketiye 80 hezaran. Gelek sedem hene ku berhemanîna hingiv li vê derê kêm kiribûn yek ji wan jî ewe ku xelk neçar mabûn ji gundê xwe koçî cihên din kiribûn. Niha derfeteke biçûk çê dibe xelk tên û vî karî dikin.”

Hingivvanê ji Dêrsimê Hasan Karabulut anî ziman “Îsal em di warê hingiv de saleke baş derbas dikin. Gundê ku em hatinê ji bajêr dûr em ji mirov û rêyan pir dûr e, cihekî tijî nebatên curbecur e, ji ber wê yekê me hingivek baş bidest xist.”

Li gor amarên Yekîtiya Hingivwanên Dêrsimê berhema îsal ya hingiv li parêzgehê 3 qat zêde bûye ku sala borî nêzîka 300 ton bû lê îsal tê çaverê kirin ku ev bighije 1000 tonî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst