Li Efrînê polîsên serbazî 2 kes girtin û 2 kesên din êşkence kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Qirzîhil ser bi navçeya Şêrewe ya Efrînê, polîsên serbazî yên ser bi Tirkiye ve 2 kesan bi tohmeta peywendiya li gel Rêveberiyta Xweser girtin, hevdem li bajarê Efrînê polîsê serbazî bav û kurrê wî êşkence kirin, ji ber redkirbûn baca barê keviran bidin wan.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, li gundê Qirzîhil ser bi navçeya Şêrewe ya Efrînê, polîsên serbazî yên ser bi Tirkiye ve 2 kesan bi tohmeta peywendiya li gel Rêveberiyta Xweser girtin.

Herwiha li bajarê Efrînê polîsê serbazî bav û kurê wî êşkence kirin, ji ber redkiribûn baca barê keviran bidin wan, piştre ew birin navenda xwe û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

17ê Tebaxê jî, li herdû gundên Nisriye û Rimadiye ser bi navçeya Cindirêsê polîsê ser bi Tirkiye 4 welatiyên Kurd bi tohmeta peywendiya li gel Rêveberiya Xweser girtin daku fidyeyan ji wan bistînin.