Hêzên Tirkiyê gundên Dirbêsiyê û Til Temir topbaran kirin

19-08-2022
RÛDAW
Nîşan Rojava Topbaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiyê gundê Çetelê li rojavayê bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên nêzîkî Rêveberiya Xweser, şeva 18ê Tebaxê hêzên Tirkiyê gundê Çetelê ku 1 kîlometre li rojavayê bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Hêzên Tirkiyê herwiha gundê Ebboş li gundewarê bajarokê Til Temir li bakurê rojavayê Hesekê jî topbaran kirin.

Heta niha ti zanyarî li ser ziraran nehatine dayîn.

Di hefteya borî de jî, hêzên Tirkiye gundên Çetelê, Qermanê, Xennamiyê û Kebetilî li derdora bajarê Dirbêsiyê topbaran kiribûn, di encam de pêleke koçberbûnê li herêmê destpê kiribû.

Roja Sêşembiya vê heftiyê 16ê Tebaxê jî artêşa Tirkiyê navçeyên li ser xeta sînorê Rojavayê Kurdistanê ji Dêrikê heta Efrînê bi dijwarî topbaran kiribû. Bajarê Kobanî û gundên derdora wê, bajarokê Til Temir, Amûdê, Dirbêsiyê, Tirbespî, Eyn Îsa, Minbic, Til Rifet û hin gundên nahyeya Şera ê Şêrawa ya Efrînê ku hêj di kontrola hêzên Kurdî de ne, ji aliyê artêşa Tirkiyê hatibûn topbarankirin.

Di topbaranên roja Sêşembê de kesekî sivîl (zarokek) jiyana xwe ji dest dabû û hejmarek sivîl jî jiyana xwe ji dest dabûn, herwiha HSDê ragihand, ku 4 şervanên wan jî di topbaranê de jiyana xwe ji dest dane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst