Facebook bo Rûdawê: Hûn dikarin bizanibin di reklamên hilbjartinê de çiqas pere hatine xerckirin

20-08-2021
RÛDAW
Nîşan Rûdaw Facebook Hilbijartin Pere
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêvebera siyaseta giştî ya Facebookê ya Sûriyê û Iraqê Tara Fischbach, di hevpeyvînekê ligel Rûdawê de eşkere kir, ku her kesê ku bixwaze reklama hilbijartinê yan siyasî bike, divê bi rêya proseyekî rêpêdanên wê yekê bike û pereyan bide.

Herwiha Tara Fischbach diyar kir kesên ku li Iraqê propagandayên bo hilbijartinê û siyastê dikin, divê reklamên xwe destnîşan bikin, agahdarkirina pereyan bidin û divê bê zanîn ew kes û rêxistinên ku propagendeya siyasî û hilbijartinan li Iraqê dikin kîne.

Tara Fischbach got ku roja 25ê Tebaxê rêkarên wan bo propagandaya hilbijartinê destpê dikin.

Herwiha Fischbach da zanîn, ku ew kesên reklamê dikin divê pabendî standardên civakî bin û dibêje ku reklamên hilbijartinê bi hersê zimanên Kurdî, Erebî û Înglîzî û zimanên din jî dibin.

Tara Fischach derbarê pereyên ku ji aliyê kes û rêxistinên siyasî di reklamên hilbijartinan de têne xerckirin eşekere kir, ku reklamên siyasî û yên hilbijartinê bo dema 7 salan li ba wan di layberê giştî de dimînin û bo xelkê jî vekirî dimîne, ku her kesekî çiqas pere xerc kirine.

Biryar e di 10ê Cotmeha îsal de hilbijartinên parlamentoya Iraqê bên lidarxistin, eger ku ti guhertinek di rewşa siyasî ya Iraqê de çê nebe û hilbijartin neyên paşxistin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst