Gindorên Deşta Mûşê derketin bazarê

19-08-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê cotkaran dest bi berhevkirina petêx an gindoran kir û bi armanca firotinê dişînin bazarên parêzgehên derdora xwe.

Li parêzgeha Mûşê cotkar gindorên ku berhev dikin li bazarên parêzgehên Wan, Erzerom, Bedlîs û Çewligê yên Bakurê Kurdistanê difroşin.

Cotkaran ku îsal 7 hezar û 100 dekar erd çandibûn, armanca wan ew e ku 21 hezar ton gindor berhev bikin û bi vî awayî 31 milyon û 500 hezar lîreyên Tirkî bi dest bixin.

Yek ji cotkarên bi navê Ecevît Uysal dibêje, nêzîkê 100 donim erd gindore çandine û dest bi berhevkirina wan kirine.

Cotkar Ecevit Uysal got: “Gindorên ku em li Deşta Mûşê berhev dikin difroşin bajarên derdora xwe. Ji ber berhemên me xwezayî ne tama wan gelekî xweş e. Em çaverê dikin ku ji vir nêzîkî 700 ton gindor berhev bikin. Karê me dê mehekê berdewam bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst