Tirkiye dibêje me 2 gerîla û PKK dibêje me 8 leşker kuştin

19-08-2020
Nîşan PKK Artêşa Tirkiyê Heftenîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiya ragihand ku di encama operasyoneke balafirên wan yên şer de li Başûrê Kurdistanê, 2 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane. Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye di daxuyaniyekê de ragihand ku herêma Heftanînê 7 leşkerên Tirkiyê kuştine.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê çend vedyoyên opersyonên xwe li ser hesabê xwe tîwttera belav kiriye û ragihand ku 2 gerîlayên PKK canê xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiye ew opersyona li herêma Zapê hatiye encam dan.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku bi firokeyên çavdêriyê 2 gerîlayên PKKê ku amadekariya êrişê dikirin hatine tespîtkirin û di encama operasyoneke asmanî de wan herdu gerîlayan canê xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê li ser çalakiyên xwe yên li Heftanînê û Çelê daxuyaniyek belav kir.

Li gor daxuyaniya HPGê, gerîlayan wan roja 17 Tebaxê êrîşî leşkerên Tirkiyê li navçeya Heftenînê kirine û 7 leşker kuştine.

HPG herwiha dibêje heman rojê li navçeya Çelê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê li dijî leşkerên Tirkiyê li ser Girê Şikêrê çalakiyek encam dane û di wî çalakiya xwe de leşkerek hate kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst