Li Colemêrgê dema dawetan bi 2 saetan hat sînordarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya di çarçoveya tedbîrên li dijî vîrusa koronayê de heyama dawetan bi 2 saetan û herwiha derketina derve ya kesên 65 salî û mezintir jî hat sînordarkirin.

Parêzgariya Colemêrgê di daxuyaniyekê de ragihand ku Lijneya Parastina Tendirustiya Giştî ya Wîlayetê bi serektiya waliyê bajêr Îdrîs Akbiyik civiyaye û hinek biryar hatine sitendin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku bi biryara Lijneya Parastina Tendirustiya Giştî ya Wîlayetê dawetên kolanan dê di saetên navbera 14:30-17:30 were kirin û ji 4 saetan bo 2 saetan hate sînordarkirin.

Li gor daxuyaniyê derketina derve ya welatiyên 65 salî û mezintir ji bilî saet 13:30 heta 17:30 hate sînordarkirin.

Parêzgariya Colemêrgê  herwiha amaje bi wê yekê kiriye ku kesên pabendê wan rênimayan nebin dê cezayê pere ji wan re were birîn.