Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) biryara dûrxistina serokên şaredariyên hersê bajarên Amed, Wan û Mêrdînê wek kiryareke dijî hiqûqê bi nav kir û ragihand: “Li şûna kesekî ku hatiye hilbijartin de tayînkirina kesekî ne hiqûqî ye.”
HUDA-PARê derbarê biryara tayînkirina qeyûmên ji aliyê Wezaretên Navxwe ya Tirkiyê li şaredarîyên bajêrên Amed, Wan û Mêrdînê de daxuyanî da û ragihand ku li şûna kesekî hatiye hilbijartin kesekî din bê tayînkirin ne hiqûqî ye.
Di daxuyaniya HUDA-PARê de tê gotin: “Li şûna kesekî/ê ku hatiye hilbijartin ji aliyê wezaret û walîtîyê ve bo demekê tayînkirina kesekî din ne hiqûqî ye. Dihat hêvîkirin ku wesayeta îdareya navendî ya li ser rêveberîyên herêmî bên rakirin, qet nebe jî bê kêmkirin. Lê belê di qanûna şaredarîyê ya bi reqema 5395an de di slaa 2016an de guhartinek hat kirin û wesayeta heyî bihêztir kirin.”
Di beşeke din a daxuyniyê de hate ragihandin: “Bêguman kesê ku hatiye hilbijartin nabe xwedî maf ku sûc bike. Bi guhartina ku di sala 2016an de hat kirin, di şûna kesekî/ê ku hatiye hilbijartin de tayînkirina kesekî ya ji teref wezaret û walîtîyê ve bo demekê wek ‘qanûnî’ hat nîşandan; lê belê ev yek ne ‘hiqûqî’ ye. Bi kiryarên ku li dijî hiqûqê ne lêgerîna çareserîyê ne tiştekî dirist e.”
Îro bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, serokên şaredariyên hersê bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ji kar hatin dûrxistin û li şûna wan waliyên wan parêzgehan hatin erkdarkirin.
Ew yek di demekê de ye, ku serokên wan şaredariyan di hilbijartinên 31ê Adarê de bi dengê gel hatibûn hilbijartin.
Di hilbijartinan de, Selçûk Mizraklî bo serokatiya şaredariya Amedê, Ahmet Turk ji bo serokatiya şaredariya Mêrdînê û Beida Ozgokçe Ertan jî ji bo serokatiya şaredariya Wanê hatibûn hilbijartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse