AMED - Di roja yekem a qeyûm de 40 karmend ji kar hatin dûrxistin

Hewlêr (Amed) - Li Amedê bi destpêkirina qeyûm, hat ragihandin ku 40 karmendên şaredariyê ji kar hatine avêtin.


Li ser hesaba fermî ya Şaredariya Amedê ya Bakûrê Kurdistanê ku îro parêzgarê wî bajarî Hasan Basrî Guzeloglu weke qeyûm bo ser şaredariyê hat tayînkirin, daxuyaniyek hat belav kirin. Di wê daxuyaniyê de hatiye gotin ku, 29 karmend, 8 karker, 2 şêwirmendên şaredar û Seroka Fermangeha Karûbarên Jin û Malbatê li Şaredariyê Selda Aydin Baran ji kar hatine dûrxistin.


Di daxuyaniyê de hatiye îdîakirin ku peywendiya wan kesan li gel rêxistinên terorî hebûye û berê hatibûn dûrxistin û piştre careke din ji aliyê şaredariya HDPê ve bo kar hatine wergirtin.


Herwiha hatiye diyarkirin ku derbarê van kesên ji kar hatine dûrxistin de lêpirsîn hatiye destpêkirin. 


Îro bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, serokên şaredariyên hersê bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ji kar hatin dûrxistin û li şûna wan waliyên wan parêzgehan hatin erkdarkirin.


Ew yek di demekê de ye, ku serokên wan şaredariyan di hilbijartinên 31ê Adarê de bi dengê gel hatibûn hilbijartin.


Di hilbijartinan de, Selçûk Mizraklî bo serokatiya şaredariya Amedê, Ahmet Turk ji bo serokatiya şaredariya Mêrdînê û Beida Ozgokçe Ertan jî ji bo serokatiya şaredariya Wanê hatibûn hilbijartin.