HESÊKÊ – 6 pirtûkên nû yên nivîskarên Kurd hatine çapkirin

Hesekê (Rûdaw) – Nivîskarê Kurd Mehmûd Sebrî ku temenê wî 81 sal e, li Hesekê beşdarî ahenga imzekirina pirtûka xwe ya herî dawiyê bû. Pirtûka wî ya bi navê “Nasnameya Kurdî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê” bi zimanê Kurdî hate çapkirin.

 

Li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê 6 pirtûkên nû çapkirî li kêleka hev hatin raxistin û  di ahengekê de her 6 pirtûk hatin imzekirin.

 

Pirtûkek jî ya Mehmûd Sebrî ye. Wî bi tevê meletiyê yasa û abûrî jî li zanîngehê xwendiye û çend bawername bidest xistine. Lê bi nasnameya xwe wek nivîskarekî Kurd li Rojavayê Kurdistanê hatiye naskirin.

 

Nivîskar Mehmûd Sebrî got: “Ez Mehmûdê Sebrî me, temenê min 81 sal e. Min meletî xwend, herwiha lîsansa hiqûq stendiye. Ez kêfxweş im ku bi zanîn, kar û ruhê xwe xizmeta gelê xwe bikim.”

 

Di ahenga îmzekirina pirtûkan de hejmareke nivîskar û rewşenbîrên Kurd jî amade bûn. Lêkolîner û folklorîstê navdar Salihê Heydo daxuyakirin ku berê desthiladarên Sûriyê nedihiştin pirtûkên Kurdî bêne çapkirin, lê niha rewşeke din tê jiyankirin.

 

Salih Heydo diyar kir: “Nivîskarên me bi dehan salan li hêviya çapkirina pirtûkekê bûn. Ev derfet tune bû, eger heba jî desthiladariyê nedihişt. Ji du aliyan ve em çewisandî bûn. Ji aliyekê ve ew destpêşxerî nebû û ji aliyê din ve jî desthiladariyê nedihişt çap bibe. Îro vaye berebere pirtûkên Kurdî çap dibin. Ev mijgîniyeke xêrê ye û mizgîniya pêşkeftina neteweya me ye. çapkirina pirtûkan di qonaxa îro de bixwe şoreşek e.”

 

Her 6 pirtûk ji aliyê Tevgera Nûjen a Kurdistanî ve hatine çapkirin. Serokê tevgerê jî dibêje, ji tevahiya rêxistinên siyasî tê xwestin ku rê li ber nivîskar û rewşenbîrên Kurd vekin û piştevaniya ked û karên wan bikin.

 

Serokê Tevgera Nûjen a Kurdistanî Rizgar Qasim got: “Rewşenbîr wîcdanên gelê xwe ne, eynika gelê xwe ne û gel di wan de xwe dibîne. Ji lewra erkek ji me tê xwestin, ew jî divê em piştgiriya wan bikin. Peyama me ji hemû rêxistinan re ew e, ku nebin kelem li pêşiya rewşenbîrên Kurd, nebin kelem li pêşiya berhemên wan, di berdêla vê de piştgiriya wan bikin.”

 

Mijarên wan berhemên nû wêje, têkiliyên civakî û siyaset e. Dawiya her çalakiyeke Kurdî bê dîlan û govend nabe. Lewma di vê ahengê de stranbêjekî Kurd jî bi awaz û tembûra xwe dilê amadebûyan xweş kir.