Dr. Elî Qeredaxî li ser hec û umreyê fetwayek belav kir

19-08-2017
RÛDAW
Nîşan Dr. Elî Qeredaxî hec umre fetwa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Zanayên Misilman ên Cîhanî Dr. Elî Qeredaxî ragihand, her kesê/a ku niyeta wî/ê heye here hecê û umreyê, lê ji ber rewşa welatê xwe nikare here, eger lêçûnên hec û umreyê bike xêr û sedeqe, bi îzna Xwedê, xêra hec û umreyê ji bo wî/ê dê were nivîsandin.

 

Dr. Elî Qeredaxî ji bo wan kesên ku niyeta wan heye hec û umre bikin, lê ji ber rewşa welatê xwe nikarin herin diyar kir, ku ji ber niyeta hec û umreyê, dê ji wan re xêr were nivîsandin.

 

Qeredaxî vê gotina xwe jî bi fermana Pêxemberê Îslamê Hz. Muhemed (s.x.l) girê dide ku ew jî kerem dike: “Her kesê/a ku niyeta wî/ê heye xêrekê bike, lê nikaribe bi cih bîne, dê Xwedê Teala weke ku kiribe, ji bo wî/ê xêr binivîse.”

 

Herwiha Qeredaxî aşkere kir, ew kesên ku berê qet hec nekiribin, ferz ji ser wan ranabe û çi wext bikaribin divê heca xwe bikin.

 

Weke din Dr. Elî Qeredaxî amaje bi wê yekê kir, ku eger kesek hec yan jî umre neke, qasî lêçûna hec yan jî umreyê, weke xêr û sedeqe bila belav bike û bi taybetî jî bide hejarên Felestîn, Sûriye, Yemen, Iraq û Kurdistanê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst