Kurdên Êzidî Cejna Cema pîroz dikin

Hewlêr (Rûdaw) –  Kurdên Êzidî li mezargeha Şerefdîn a li navçeya Şingalê rêwresma Cejna Cema birêve dibin û bi sedan kes beşdarî rêwresmê dibin.

 

Peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Pehlewî ragihand ku di roja duwem a cejnê de bi sedan kes beşdarî rêwresman bûn.

 

Peyamnêrê me got, “Di roja duwem a cejnê de xelkê serdana mezargeha Şêx Şerefdîn kirin, xwarin belav kirin. Bi boneya cejnê çalakiyên cihereng tên sazkirin.”

 

Cejna Cema ya Kurdên Êzidî her sal di meha Tebaxê de tê pîrozkirin.