Doza Roboskî di rojevê de ye

19-08-2016
RÛDAW
Nîşan Roboskî Doz CHP
A+ A-

Enqere (Rûdaw)  Di berfanbara 2011’yan de ji ber êrîşa hêzên artêşa Tirkiyê 34 welatiyên Kurd jiyana xwe ji dest dabûn. Lêkolîna dadî ya di vê derbarê de di 2013’an de hatibû rawestandin û ti berpirs nehatibûn darizandin.

 

Piştî hewla darbeya 15’ê Tîrmehê hin generalên ku di vê komkujiyê berpirs bûn hatin girtin û doza Roboskiyê dîsa hate rojevê.

 

Parêzvanên mafên mirovan dibêjin divê ev doza jinûve were vekirin û tevahiya berpirsan werin darizandin.

 

Di komkujiya Roboskiyê de ji ber bordûmana hêzên artêşa Tirk 34 Kurdên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn. Radeyadarên dewletê pişt re gotibûn wan gotine qey ev kesên sivîl çekdarên PKK’ê ne, loma ew bordûman kirine. D

 

adgeha bilind a leşkerî jî di 7’ê çileya 2013’an de biryar dabû ku ti berpirsiyariya kiryaran nîn e û dosyeya dozê girtibû. Lê belê piştî hewla darbeya 15’ê Tîrmehê hin leşkerên ku bi vê dozê re têkildar in hatin girtin û vebûna dosyeya dozê dîsa kete rojevê.

 

Endamê Mêclisa CHP’ê Sezgîn Tanrikulu got:

 

“Bi pêşniyara min li parlamentoyê ji bo lêkolîna komkujiya Roboskiyê komîsyonek hatibû avakirin. Me dîmenên balafirên heron jî temaşekirin. Bi çavan jî gelekî zelal bû ku ew kes sivîl in û bi hêstiran baran bar dikin. Digel vê yekê dadgeha bilind a leşkerî ev dosye girt. Divê ev doz jinûve vebe û tevahiya berpirsan werin darizandin.”

 

Çalakvaneka ku ji serî vê doza Roboskiyê dişopîne jî jinûve vebûna dosyeyê giring dinirxîne. Lê belê ew dibêje berpirsên siyasî yên wê heyamê jî werin darizandin.

 

Aktivista mafê mirovan Nurcan Aktay jî wiha got:

 

“Helbet em nikarin niyeta ti kesan lê bikolin. Hêvîdar im ku doz jinûve vebe. Lê belê ez dixwazim amaje pê bikim ku ew operasyona, operasyoneke dersînorî bû. Yanî leşker bi tena serê xwe nikarin biryaran bidin. Bêyî biryareke siyasetmedaran êrîşeke wiha ne pêkan e. Ji ber wê digel berpirsên leşkerî divê berpirsên siyasî jî werin darizandin.”

 

Herwiha ji ber ku dadgeha destûra bingehîn jî serlêdanên malbatên kuştiyan red kiribû tevahiya rê û rêgezên hiqûqî yên navxweyî qediyabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst