Kurdên Libnanê jî bang kirin: Bila Serok Barzanî bimîne

 

Almanya (Rûdaw) – Kurdên Libnanê yên ku li Almanyayê dijîn, daxwaza dirêjkirina heyama serokatiya Serok Barzanî kirin û bang li tevahiya hêzên Başûrê Kurdistanê kirin, nakokiyên xwe bidin aliyekî û kirîza serokatiyê çareser bikin.

Kurdên Libnanî yên ku li Almanyayê dijîn, li ser rewşa Başûrê Kurdistanê û kirîza serokatiya Kurdistanê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de ku bi zindî ji aliyê Rûdawê ve hat pexşkirin, kurdên Libnanê bang li Parlamentoya Kurdistanê û tevahiya partî û hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kirin, nakokiyên xwe yên partîtiyê bidin aliyekî û ji bo doza kurd bibin yek.

Di daxuyaniyê de ku ji aliyê sê nûnerên kurdên Libnanê ve hat xwendin, hat gotin ku kurdên Libnanê bi kurdbûna xwe şanaziyê dikin û li hember êrişên DAIŞê yên li ser kurdan jî xembar in, lewma divê hemû hêzên Kurdistanî bibin yek…