Li navçeya Licê ya Amedê aloziya peyker: 1 mirî 3 birîndar

19-08-2014
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Li navçeya Licê ya Amedê ji ber aloziya ku di encama rûxandina peykerê fermandarê berê yê PKKê Mahsûm Korkmaz (Egîd) de derket, welatiyekî jiyana xwe ji dest da û yek jî 2 sivîl jî birîndar bûn. KCKê jî banga xwepêşandanê li gel kir.

Ji ber ku leşkerên Artêşa Tirk peykerê fermandarê berê yê PKKê Mahsûm Korkmaz rûxand û xelkê Licê jî li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan da, leşkeran bi gulleyan û bombeyên gazê mudaxaleyî girseyê kirin.

Di mudaxaleya leşkeran de welatiyê bi navê Mehdî Taşkin jiyana xwe ji dest da û 2 sivîl jî birîndar bûn. Li gorî agahiyan di dema mudaxaleyê de leşkerekî pispor jî birîndar bû.

Cenazeyê Mehdî Taşkin ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê. Di otopsiyê de jî derkete holê ku Taşkin bi gulleyê hatiye kuştin.

Li ser vê yekê gelek kes li ber nexweşxaneya fakûlteyê kom bûn û cenazeyê Mehdî Taşkin ji bo definkirinê ber bi Licê ve bi rê kirin.

Darbesta Taşkin bi ala PKK’ê hate xemilandin. Girseya li ber nexweşxaneyê di dema birêkirina cenaze de dirûşma “Şehîd namirin” berz kir.

Piştî ku bûyera Licê deng veda, Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê jî bi daxuyaniyek diyar kir ku AKP bi agir dilîze û divê dawî li van êrîşên xwe bîne. Ciwanên YDG-H’ê jî banga serhildanê li xelkê kir.

Bûyerên gundê Sîsê yê bi ser Licê jî hê jî berdewam dikin. Riya di navbera Licê û Çewlikê de jî hêj ji aliyê leşkeran ve nehatiye vekirin. Aloziya li Licê berdewam dike.

Navenda Giştî ya DBP’ê jî bi daxuyaniyeke nivîskî rûxandina peykerê Mahsûn Korkmaz şermezar kir û da zanîn ku gelê kurd dê li hemberî vê bêhurmetiya AKP’ê bêdeng nemîne.

DBP’ê ji Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê xwest derbarê kuştina Mehdî Taşkin de jî lêpirsîn bide destpêkirin û kujerên Taşkin bêne cezakirin.



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst