Şaredariya Artûkluyê hat hecizkirin: ‘Em di konan de bimînin jî dê xizmetê bikin’

Hewlêr (Rûdaw)-  Ji ber nedayîna deynan Şaredariya Artûkluyê ya Mêrdînê hat hecizkirin û Hevserokê Şaredariyê Mehmet Alî Amak eşkere kir ku di konan jî de dê xizmeta xelkê bikin.

Hevserokê Şaredariya navçeya Artûkluyê ya Mêrdînê li hemberî hecizkirina Şaredariya Artûkluyê bertek nîşan da û eşkere kir ku ew astengiyan nas nakin û xelkê bê xizmet nahêlin. Di binê konan jî de be dê xizmeta xelkê bikin.

Li gorî zanyariyan şaredariya bajarokê Misûriyê ya Mêrdînê deynê xwe yê sala 2011an neda ye û ew deyn ketiye ser pişta Şaredariya Artûklûyê.

Piştî ku di hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adarê de şaredarî ket destê DEM Partiyê, niştecihekî xelkê Mêrdînê ji ber 2 milyon û 300 hezar lîreyê ku bi deyn dabû şaredariyê û deynê xwe wernegirtû bû, li cem dadgehê daxwaza hecizkirina şaredariya Artûkluyê kir.

Mehmet Alî Amak da zanîn ku piştî wan şaredarî bidexistiye di lêkolînên wan de diyar bûye ku şaredarî bi qasî 170 milyon lîreyan deyndar e û kasaya pereyan a  şaredariyê hatiye valakirin.

Ew niha jî rûbirûyî hecizê bûne, lê ewê xizmetê ranewestînin.

“Dê xizmeta me berdewam bike”

Mehmet Alî Amak di berdewamiyê jî de wiha got:

“Ji nîşkêvê hatina dû karmendên  îcrayê û destpêkirina pêvajoya hecizkirinê em şok kirin. Em cardin ji vê derê diyar dikin,  em amade ne  bi derfetên xwe û bi qistan deynê welatiyê xwe bidin da ku mexdûr nebe.

Di nava 3 mehan de ji 13ê Nîsanê ve heta niha zêdeyî milyonekê faîz û heqê parêzeran xistine ser wî deynî. Ev hemû jî malê gel e û ew pere ye ku em dê pê xizmeta gel bikin.

Ji ber wê jî divê ev bi awayekê bên çareserkirin. Belê zêde pêwîstiya me bi van kursiyan û otomobîlên meqamê nîne.

Bi ti awayî ti xebatek nîne ku ev bo xizmetê bikin. Dibe ku em di nava çar dîwaran de xizmetê nedin gel lê li derve li bexçeyê şaredariyê di konan de jî em dê xizmetê bikin."