DÊRSIM- Krîza aborî bandor li geştyariyê kiriye

7 demjimêr berê
Ali Haydar Gozlu
Plajên Munzurê \ Dêrsim \ Wêne:  Rûdaw \ Alî Haydar Gozlu
Plajên Munzurê \ Dêrsim \ Wêne: Rûdaw \ Alî Haydar Gozlu
Nîşan Dêrsim Krîza Aborî Koçberî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kêmbûna geştyaran û koça ciwanan bandoreke nerênî li aboriya parêzgeha Dêrsimê kiriye. 

Bandora krîza aborî li Dêrsima Bakurê Kurdistanê jî bûye sedema pirsgirêkan û xelk û dikandar ji rewşa ku têde ne, ne razî ne. 

Li gorî gotina dikandaran ji ber bêkariyê rojane gêncên wan ji parêzgehê koç dikin.

Li gorî amarên fermî di nava 5 salên dawî de 7 hezar gêncan ji Dêrsimê koç kirine û çûne welatên Ewropayê û Kanadayê.

Berê, dilê xwe bi geştyariya di demsala havînê de xweş dikirin lê îsal ji ber buhabûna zêde geştyar jî kêm bûne û dikandar bi ser rewşa xwe de diponijin.

Îsal di demsala havînê de kêmbûna geştyaran jî wek sedemeke nerênî ya li ser aboriya parêzgehê tê nirxandin.

“Aborî miriye ti kes nema tê”

Esnafê bi navê Mehmet Yildiz jî wiha got:

“Em esnaf in, berê geştyar dihatin rewşa me baş bû. Îsal ne geştyarên navxwe hene ne jî geştyarên biyanî aborî danûstendin miriye. ”

Yek ji rêveberê hoteleke herî mezin ya parêzgehê amaje bi wê yekê dide ku rewşa aborî ya Tirkiyeyê û pirsgirêkên jêrxaneya Dêrsimê sedemên sereke yên kêmbûna geştyaran e.

Rêveberê Hotelê Huseyin Kilinç jî balê dikişîne ser hejmara kêm geştiyaran û wiha got:

“Li gor salên borî hatina welatiyan bo hotela me %40 kêm bûye. Ne tenê bo hatina hotelê bi giştî serdana cihên geştiyariyê yên Dêrsimê îsal kêm bû.”

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Dêrsimê ji bo pirsgirêka aborî û kêmbûna geştyaran dibêje bi hevkariya saziyan dikarin van pirsgirêkan çareser bikin.

“Hejmara geştyaran kêm bûye”

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Dêrsimê Hasan Huseyin Çoşkun jî wiha got:

“Li gor salên borî îsal di warê geştyariyê de lawazbûnek hebû.

Li gorî min sedema vê yekê jî  rewşa xirab ya aboriyê ye ku li seranserê welatê me niha rastiyek e.

Tevî vê yekê di sektora geştyariyê de pirsgirêkên me yê bicihkirinê hene û xercî jî zêde bûne.

Bo çareserkirinê divê odeyên pîşesaziyê, rêveberiyên xwecihî û saziyên giştî bi hevre bibin xwedî nêrînek û planek.”

Li parêzgehê cihekî girîng yê geştyariyê Parka Niştîmanî ya Geliyê Munzurê ye ku di navbare navendê û navçeya Pulurê de ye.

Li ser  42 hezar doniman hatiye diyarkirin û hejmarek ajelên kovî li xwe lê dijîn.

Bi taybetî di salên dawî de geştyarên biyanî û navxwe bo dîtina vê parkê diçin parêzgehê.

Havîngehên li ser geliyên Munzur û Pilemûriyê jî ji ber krîza aboriyê îsal mazûvaniya kêm kesan dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst