Îzmîr: Agirê li 2 navçeyan hat kontrolkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Çandiniyê û Daristanê yê Tirkiyeyê Îbrahim Yumakli ragihand ku agirê li navçeyên Gaziemir û Bucayê yên Îzmîrê hatine kontrolkirin.

Doh li navçeyên Gaziemir û Bucayê agir bi daristanan ketibû û îro jî berdewam bû.

Di demjimêrên nîvro de Îbrahim Yumakli daxuyaniyek belav kir û eşkere kir ku agir hatiye kontrolkirin.

Li gor zanyariyan, destpêkê li navçeya Bucayê agir bi daristanê ketibû û piştre jî ji ber bayî gur agir li navçeya Gaziemirê jî belav bûbû û agir nêzîkî cihên nîştecihbûnê bû.

Midexaleya destpêkê ji aliyên welatiyan çêbûye û li ser agahdarkirinê firoke, helicopter û makîneyên kar bo cihê bûyerê hatibûn şandin.

Her wiha li gor çavkaniyên xwecihî di encama agir de hejmarek zêde kewarên mêşên hingivîn yên cotkaran jî şewitîne.