DEM Partî: Şoreşa Rojava pîroz be

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û got, “Armanca alîgirên DAIŞê desteserkirina destkeftiyên gelê Kurd bû.”

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di 19ê Tîmeha 2012an de dest pê kirib.

Partiya Gelan a Wehevî û Demokrasiyê (DEM Partê) ji bo 12emîn salvegera Şoreşa Rojavayê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Şoreşa Rojava ya ku berî niha 12 salan bi pêşengiya Kurdan, jinan, ciwanan, gelên herêmê, komên baweriyan û bi piştevaniya tevgerên navneteweyî bi pêş ket, careke din li hemû gelên cîhanê pîroz be.

Silav li kesên ku li dijî hovîtiya DAIŞê, li dijî tarîtî û zilma ku zihniyeta DAIŞê xwest li Rojhilata Navîn û li temamê cîhanê belav bike, li ber xwe dan.

Silav li kesên ku rûmeta mirovahiyê ji hovîtiya DAIŞê rizgar kirin, têkoşînek bêhempa dan meşandin û bedelên giran dan.

“Siberoja temamê cîhanê ji tarîtiyê rizgar kir”

Şoreşa Rojava ne tenê şoreşeke wisa ye ku li parçeyekî biçûk a cîhanê pêk hatiye û ne tenê li ser esasê destkeftiyên gelekî ye; şoreşa jinan e li dijî kesên ku bi rêbazên hovane xwestin jinan kole bikin û li bazaran bifroşin.

Şoreşa Rojava; bi pêşengiya jinan pêk hat û Kurd, Ereb, Tirkmen, Misilman, Xiristiyan, Elewî û Êzidî bi hev re ji bo siberoja xwe li ber xwe dan, berdêlên giran dan û bi hev re biryara siberoja xwe diyar kirin.

Şoreşa Rojava şoreşeke enternasyonalîst e ku bi hevgirtina gelên cîhanê pêk hat û siberoja temamê cîhanê ji tarîtiyê rizgar kir. Nîşaneya berxwedan û avakirina jiyana nû ya mirovahiyê ye.

Şoreşa Rojava ya ku têkoşîna azadiya jinan tacîdar kir, bû mînaka herî berbiçav ji bo cîhanekê ku azadiya jinan diparêze û jli dijî netew-dewletê neteweya demokratîk ava kir. Bû hêvî ku pergalên ku xwe li ser neyartiya jinan ava bûne dikarin bên hilweşandin.

Şoreşa Rojava ku felsefeya Jin Jiyan Azadî di jiyanê de pratîk kir, bû îlhama tevgerên jinan ên li hemû cîhanê û ev tecrubeya li Rojava bi taybetî ji bo jinên Rojhilata Navîn û rêxistinên jinan ên li hemû cîhanê motîvasyon û hêviyeke têkoşînê afirand.

Ji ber van taybetmendiyan îro gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin êrişên hêzên alîgirên DAIŞê de ne.

“Şoreşa Rojava hemû polîtîkayên qirêj têk birin”

Di destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê de gelê Sûriyeyê neçar ma ku di navbera rejîma heyî û zihniyeta DAIŞê de tercihekê bike. Gelê Kurd û dostên wan bi Şoreşa Rojava peyitandin ku rêyeke din pêkan e û tekane çareserî jiyana hevpar û wekhev e ku li ser bingehên demokratîk ava dibe.

Şoreşa Rojava ne tenê hovîtiya DAIŞê têk bir, herwiha li dijî êrişên hêzên alîgirên DAIŞê pêvajoyeke şoreşgerî ya bêhempa û berdewam ava kir.

Vê şoreşê hemû polîtîkayên qirêj têk birin ku di sala 2011ê de herêm xistibûn nava kaosê û gel kiribûn penaber û koçber.

“Armanca alîgirên DAIŞê desteserkirina destkeftiyên gelê Kurd bû”

Armanca wan kesên ku doh li Sûriyeyê alîgiriya DAIŞê kir ew bû ku destkeftiyên gelê Kurd desteser bikin û rê li ber modela jiyana demokratîk bigirin. Lê belê barbariya DAIŞê bi berxwedana gel hat şikandin û alîgirên DAIŞê jî pê re têk çûn.

Yên ku êrişî Rojava kirin û bi her awayî heqaret li rejîma Sûriyeyê dikirin, niha bi armanca înkarkirin û tunekirina Kurdan û jiholêrakirina şoreşa herêmê, bi rejîma Sûriyeyê re hewl didin têkiliyan pêk bînin.

Em ji vir careke din hemû derdorên têkildar hişyar dikin; li van axan tu armancên ku çareserî nahewîne, wê bi ser nekeve.

Hûn nikarin bi şer, wêrankirin û barbariya DAIŞê bi ser bikevin, lewma dest ji hewldanên qirêj berdin û vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin.

Eger hûn li diyalog û muzakereyê digerin, serî li Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bixin ku modela jiyana herî adil, rewa û demokratîk afirandiye.

Ji ber ku Şoreşa Rojava ji bo tu kesî ne xetere ye û tekane rêya jiyana bi hev re û di nava aştiyê de li vê erdnîgariyê ye.

“Bêdengiya li dijî êrişên li Rojava sûc e”

Her wiha em bang li gelên cîhanê û hêzên navneteweyî jî dikin ku qedr û qîmeta şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dizanin; êrişên li dijî Şoreşa Rojava û bêdengiya li dijî van êrişan her du jî sûc in.

Parastina vê şoreşa ku bi pêşengiya jinan pêk hat û diyariya hemû cîhanê ye, berpirsyariya me ya bingehîn e.

Di serî de gelê me û hemû gelên dildarên Şoreşa Rojava, ji bo xwedîlêderketin, domandin û berfirehkirina Şoreşa Rojava wê têkoşîna xwe bidomînin.

Gelên ku bi pêşengiya jinan li ber xwe didin doh bi ser ketin û sibê jî wê serkeftinên mezintir bi dest bixin.