YNK: Em lihevkirina PDK û Eniya Tirkmenan a li ser Kerkûkê qebûl nakin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê YNKyê Sedî Ehmed Pîre derbarê lihevkrina PDK û Tirkmenan a li ser Kerkûkê got, “Em vî gavî wekî firotina Kerkûkê dibînin.”

Parlamenterê Eniya Tirkmenan ê Kerkûkê (ITC) Erşad Salihî ragihand ku wan li ser mijara serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê û diyarkirina parêzgarê Kerkûkê bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re li hev kiriye.

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sadî Ahmet Pîre diyar kir ku ew dê di derbarê Kerkûkê de peymaneke wiha qebûl nekin.

Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sadî Ahmet Pîre li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Sadî Ahmet Pîre got, “Rêkeftina PDK û Eniya Tirkmenan a salek parêzgarî ji Kurdan re, salek ji Tirkmenan re û salek jî Ereban re parçekirina Kerkûkê ye.

Rêkeftina di navbera PDK û Eniya Tirkmenan de tê wê wateyê Kerkûka ku wekî dilê Kurdistanê dibînin, didin ber firotinê.”

YNK: Lihevkirineke wiha nabe

Sadî Ahmet Pîre bi bîr xist ku di hilbijartinên encumenên parêzgehan de YNKyê li Kerkûkê herî zêde deng bi dest xistiye û partiya wî ji maf û destkeftiyên xwe paşde gav navêje.

Heriwha Sadî Ahmet Pîre got, “Erşad Salihî xeletî kir, lihevkirinek wiha nabe.”

Parlamenterê Eniya Tirkmenan ê Kerkûkê (ITC) Erşad Salihî doh beşdarî bernameya Rûdawa Îro bûbû.

Erşad Salihî li ser rûniştinên meclîsa parêzgehê, hilbijartina serokê meclîsê û diyarkirina parêzgarê Kerkûkê bersiva pisên Nwêner Fatîh da.

Erşad Salihî got, “Em bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) rê li ser rêveberiya hevbeş a Kerkûkê hev ra ne.

Em hêvî dikin ku birayên Ereb lihevkirinê binirxînin.

Em dixwazin hemû aliyên siyasî beşdarî rêveberiya Kerkûkê bibin ji ber ku wekî nûnerê pêkhateyan beşdarî hilbijartinan bûn û deng wergirtin.

Em di wê baweriyê de ne ku divê hemû pêkhate bi rêya partiyên siyasî li ser diyarkirina parêzgarekî hevpar li hev bikin.”

Salihî di derbarê posta parêzgariyê de ragihand jî ku ji ber ku ev demek e di navbera aliyan de lihev kirin çênebûye parêzgar nehatiye diyarkirin.

Heriwha got ku wan bi PDKyê re li hev kiriye û di çarçoveya lihevkirinê de bi gihandina 4 kursiyan dikarin bi Ereban re hikûmeteke herêmî ava bikin.

Salihî diyar kir ku di çarçoveya lihevkirina bi PDKyê re, her sal wê parêzgarî ji aliyê nûnerê yek pêkhateyê ve were kirin.

Li gorî Erşat Salihî, posta parêzgariyê salekê ji aliyê Kurdan, salekê Tirkmenan û salekê jî Ereban ve were birêvebirin.

Li Kerkûkê ji ber nakokiyên YNK û PDKyê û herwiha şerê desthilatdariyê di navbera Kurd-Tirkmen û Ereban de girêka bajêr nayê çareserkirin.

Aliyên siyasî li ser posta parêzgariyê li hevdû nakin

YNKyê piraniya kursiyên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi dest xistiye û ew eşkere dike ku posta parêzgariyê mafê wê ye.

Li aliyê din, PDK, Ereb û Tirkmen jî eşkere dikin ku ew post mafê hemû aliyan e û ew dikarin bi awayekî demkî wê postê bidin pêkhate û aliyên li Kerkûkê.

Di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de 16 kursî hene ku yek ji wan jî a pêkhateyan e.

18ê Kanûna Paşîn a 2023an hilbijartinên herêmê yên encûmenên parêzgehên Îraqê hatin lidarxistin.

Tirkmenan 2, Ereban 6 kursî, YNKyê 5 kursî, PDKyê 2 kursî û Xirîstiyanan jî bi rêya kotayê kursiyek bi dest xistibûn.

Li gorî yasayê her ji 4 salan carekê hilbijartinên encumenên parêzgehên Îraqê tên lidarxistin.

Ji ber êrîşên DAIŞê yên piştî sala 2013an, pirsgirêkên ewlehiyê hilbijartin nedihatin lidarxistin.

Her wiha li gorî yasayê divabû 5ê Sibata 2024an de yekemîn civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bihata lidarxistin lê ji ber nakokiyên aliyan siyasî civîn hatibû bipaşxistin.