Bi hevalên xwe re çû seyranê, di Çemê Dîcleyê de xeniqî

19-07-2024
RÛDAW
Nîşan Êlih Çemê Dîcleyê Xeniqîn Nîhat Ulusal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êliha ya Bakurê Kurdistanê kesê ji bo xwe hênik bike kete Çemê Dîcleyê xeniqî.

Li gorî zanyariyan, kesê bi navê Nîhat Ulusalê 36 salî doh êvarê bi hevalên xwe re ji bo seyranê çû bin Pira Kantarê ya nêzikî gundê Bêdayê.

Nîhat Ulusal ji bo xwe hênik bike ket Çemê Dîcleyê lê piştî demekê di çem de winda bû.

Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên tenduristî, AFAD û binavê çûn cihê bûyerê.

Di encama xebata 3 saetan a tîman de cenazeyê Nîhat Ulusal hat dîtin.

Tîmên tenduristiyê cenazeyê Nîhat Ulusal ji bo otopsiyê bi Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Êlihê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst