Mazlûm Ebdî: Şoreşa me pîroz be

Hewlêr (Rûdaw) - Fermanderê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî 12emîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz kir.

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di 19ê Tîmeha 2012an de dest pê kiribû.

Mezlûm Ebdî ji ser hesabê xwe yê Xê li ser Şoreşa Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir û wiha got :

Em 12emîn salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê li şehîd, şervan û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyayê pîroz dikin.

Şoreşa me dê Sûriyayeke demokratîk, mafên hemû pêkhateyan û rûmeta gel misoger bike.”