Wezareta Perwerdeyê encamên azmûnên polên 12an eşkere kirin

Hewlêr (Rûdaw)- Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê encamên azmûnên polên 12an eşkere kir.

8 xwendekar bûne yekem 16 xwendekar bûne duyem û 19 xwendekar jî bûne sêyem.

Wezîrê Perrwerdeyê Alan Heme Seîd îşev li Hewlêrê di merasîmeke taybet de encamên ezmûnên polên 12an eşkere kir.

Alan Heme Seîd eşkere kir ku li tevahiya Rojhilata Navîn wan pêvajoyeke şefaf a ezmûnan îdare kiriye.

Li gorî gotina Alan Heme Seîd îsal 51 xwendekaran hewl dane di ezmûnan de  kopyayê bikşînîn û lêpirsîn li ser wan xwendekaran hatiye vekirin.

Cihên yekem li beşên zanistî, wêjeyî û pîşeyî li Herêma Kurdistanê:

Cihên yekem di beşa zanistî de:

- Aran Luqman Hemê Xerîb - Silêmanî

- Azî Dara Celal - Silêmanî

- Dîma Hîwa Elî - Silêmanî

Di beşa edebiyatê de cihên yekem:

- Îman Ramazan Seîd - Duhok

Di bea pîşeyê de cîhên yekem:

- Asûde Ceza Kerîm - Silêmanî

- Merwe Şêrzad Xezir - Hewlêr

- Rastî Rojgar Kamran - Silêmanî

- Şew Cemal Heme Salih - Silêmanî