Demîrtaş: Ez dê rojekê Tirkiyeyê îdare bikim

4 demjimêr berê
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Selahattîn Demîrtaş bi hinceta “heqareta li serokkmar û hikumet û organên dewletê”  bi 2 sal û 6 mehên din ên cezayê girtîgehê hat cezakirin. 

Demîrtaş di dadgehê de eşkere kir ku ew dê rojekê Tirkiyeyê îdare bike. 

Selahattîn Demîrtaş ji ber çend axaftinên xwe yên  ku di navbera salên 2015-2017an de li parêzgehên Amed, Mêrdîn, Enqere û Mersînê kirine,  bi hinceta “heqaret li serokkmar û hikumet û organên dewletê” doz hatibû vekirin.

Rûniştina doze li 14emîn Dadgeha Cezayan a Mersînê hat kirin û Demîrtaş ji girtîgeha Edîrenyê  bi rêya Sîstema Deng û Reng (SEGBÎS) beşdarî rûniştinê bû.

'Desthilat çawa bi sindoqê hatibe dê bi sindoqê biçe'

Demîrtaş balkişand ser doz û cezayên ku dadgehên Tirkiyê dane wî û wiha got:

“Ez bi 144 fezleke, zêdeyî 140 idîanameyan têm darizandin, bi salane di girtîgehê de me û min 55 sal ceza wergirtine. Dada ku pêwîst e dadmendiyê pêk bîne bûye amûra bêdadiya dewletê.

Desthilat çawa bi sindoqê hatibe dê bi sindoqê biçe. Ez îro ji girtîgehê bang dikim lê te hew dît ez wekî desthilat bang bikim.

Wekî Selahattîn Demîrtaş, rojekê ez dê dewleta komara Tirkiyeyê îdare bikim. Em dê bihev re îdare bikin.

Eger dewran hat em bi hesta tolhildanê tevnagerin lê em dê hesabê van hemûyan bipirsin."

Piştî axaftinên Demîrtaş parêzaran jî parastin kir û piştî parastinê dadgehê biryara xwe eşkere kir.

Li gorî biryarê dadgehê Demîrtaş ji maddeya 301 a Yasaya Cezayan a Tirkiyê (TCK) salek û 6 meh, ji madeya 62 salek û 3 meh, ji madeya 216 salek û 6 meh û  ji madeya 62 jî  salek û 3 meh bi giştî 2 sal û 6 mehên din  ên cezayê girtîgehê hat cezakirin.

Divê were gotin, Selahattîn Demîrtaş bi hinceta “endamtî û propaganedeya rêxistinê”  di çarçoveya Doza Kobaniyê bi 42 salan cezayê girtîgehê hatibû cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst