YNK: Em operasyonên Tirkiyeyê qebûl nakin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sadî Ehmed Pîre diyar kir ku YNK operasyonên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê qebûl nake û şer û operasyon ne çareserî ye. 

Berdevkê YNKyê Sadî Ehmed Pîre bû mêvanê bernameya Rûdawa Îro ya Rûdawê ku Nûner Fatîh pêşkêş dike.

Sadî Ehmed Pîre behsa şerê PKK û Tirkiyeyê hilbijartina parêzgariya Kerkûkê kir.

Sadî Ehmed Pîre amaje bi gotinên  Erşad Salihî yên li ser parêzgariya Kerkûkî kir û da zanîn ku ew wê rêkeftinê qebûl nakin û ew rêkeftin serkeftî nabe.

Sadî Ahmet Pîre îdia kir ku hikûmeta Îraqê nikariye serweriya xwe biparêze û heta niha Îraqê nikariye serweriya xwe biparêze.

Sadî Ehmed Pîre da zanîn ku ku parastina Herêma Kurdistanê di çarçoveya desthilata mutleq a hikûmeta Îraqê de ye.

Sadî Ehmed Pîre û amaje bi wê yekê kir  nabe hikûmeta Îraqê serweriya Herêma Kurdistanê bin pê bike.

Sadî Ehmed Pîre di berdewamiyê jî de diyar kir ku divê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û YNK ji bo vemirandina agirê şer û pevçûnên di navbera PKKê û Tirkiyeyê de însiyatîf bistînin.

“YNK operasyonên Tirkiyeyê qebûl nake”

 Sadî Ehmed Pîre behsa metirsiya şer kir û wiha got:

“Şer ti carî bijardeyeke baş nîne û xetereya vî şerî li ser statuya Herêma Kurdistanê gelekî mezin e."

Dijberên Tirkiyê ne li Silêmanî û Duhokê, li ser axa xwe (li Tirkiyeyê) ne. Bahaneya Tirkiyê ya li dû dijberên xwe yên li Herêma Kurdistanê ne behane ye.”

Li navçeya Amêdiyê ya Duhokê ji 27ê Hezîranê ve şer û pevçûnên di navbera gerîlayên PKKyê û leşkerên Tirkiyeyê de de berdewam in.

Li gorî rapora  CPTyê 339 êrişên vê mehê bi balafiran, 35 bi rêya topxaneyan û 7 êriş bi rêya dronan bûye.

Kemeran Usman da zannîn ku 289 êriş li Dihokê û 48 êriş  li Hewlêrê û 43 êriş jî li nav axa Silêmaniyê hatine kirin.

Li gorî zanyariyên CPTyê heta niha 200 gund vala bûne û metirsî li ser valabûna 600 gundî heye.

Her wiha heta niha li gundê Dergelêya Mûsa Begê yê girêdayî Amediyê jî 800 hezar dar şewitîn.