Wan: Zarokê xwe rizgar kir lê bi xwe xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Miksê Wanê, zarokek ket Çemê Miksê bavê wî ew rizgar kir lê bi xwe li ber çem çû û xeniqî.

Roja Înê 19ê Temûza 2024an malbatek li navçeya Miksê ya Wanê ji bo seyranê çûn kêleka Çemê Miksê, lê zarokekî malbatê ket çem û li ber avê çû.

Li gor zanyariyan bavê wî zarokî xwe avêt çem  û zarokê xwe rizgar kir lê piştre bixwe li ber ava çem çû û winda bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên ewlehiyê çûn cihê bûyerê û ji bo dîtina bavê zarok xebat dan destpêkirin, piştî demekê cenazeyê wî ji çem hat derxistin.

Van demên dawî bi taybetî ji ber zêdebûna pileya germayê li Bakurê Kurdistanê bûyerên xeniqînê zêde bûne û rojane hejmarek kes ji bo xwehênikkirinê an melavaniyê  di çem, gol, rûbar û kanalên avê de dibin qurbanî.