Ji bo 8 parêzgehan hişyariya ba û baranê hat dayîn

19-07-2024
RÛDAW
Nîşan Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê Hişyarî Barîna Baranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê  ragihand ku dê li 8 parêzgehên parêzgehênTirkiye û Bakurê Kurdistanê baraneke gur bibare û egera lehiyê heye.

Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro dê li parêzgehên Erzirom, Agirî, Qers û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê û 4 parêzgehên Tirkiyeyê baraneke gur bibare û ba bahoz jî dê rabibe.

Saziya keşnasiyê diyar kiriye ku ji ber pêşbîniya ba û baran divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Doh li parêzgeha Erziromê baraneke gur bariya û piştî baranê lehî rabû.

Baranê li Erziromê bandoreke neyînî li jiyana welatiyan kir.

Li gelek cihên navenda bajarê Erziromê rê, cade û kolan di bin avê de man û avê avêt hine ji xaniyên welatiyan.

Herwiha otomobîl di çûnûhatinê de rûbirûyî zehmetiyan bûn û polîsan wekî tedbîr gele jêrebihûrên nav bajêr ji çûnûhatinê re girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst