Li Amûdê teqîn: 4 kesan canê xwe ji dest dan

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amûdê ya ser bi Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ve, agir bi mala welatiyekî ket û di encamê de depoyeke sotemeniyê teqiya ku di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bûn.

Li Amûdê ya Qamişlo agir bi mala welatiyekî bi navê Abid Şemşolî ket û li gorî agahiyên destpêkê ji ber şewatê, ji malbata Şemşolî 4 kesan canê xwe ji dest dane û kesek jî birîndar bû.

Hat diyarkirin ku heta niha sedema pêketina agir nehatiye zanîn.

Piştî agahdarkirinê tîmên berevaniya şaristaniya Amûdê li cihê bûyerê amade bûn û agir kontrol kirin.

Tîmên tenduristiyê yên ku piştî agahdarkirinê çûne cihê bûyerê jî birîndar birin nexweşxaneyê û niha di bin çavdêriya pizîşkan de ye.