Haşim Çiftçî: Li Wanê cihên gelek taybet ên geştiyariyê hene

19-07-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Wan Geştiyarî Haşim Çîftçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xanîfiroş Haşim Çîftçî ji Rûdawê re diyar kir ku li Wanê bi taybetî derdora Gola Wanê bala xelkê dikişîne. Her wiha Çîftçî got ku li Wanê cihên gelek taybet ên geştiyariyê hene û ji Herêma Kurdistanê jî geştiyar tên Wanê.

Xanîfiroşê ji Wanî Haşim Çîftçî beşdarî bultena Rûdawê bû û tevgera geştiyariyê ya li bajêr nirxand.

Li ser pirsa “ka gelo geştiyar piştî dîtina bajêr meyla kirîna xaniyan dikin an na?” Çîftçî diyar kir ku li hemberî Stenbol û Enqerê bihayên xaniyan li Wanê erzantir in û ji ber wê jî meylek ji bo Wanê heye.

Haşim Çîftçî wiha got:

“Ji Herêma Kurdistanê komek geştiyar bû mêvanê me. Em ji ber vê yekê pir kêfxweş in. Wan niha hênik e. Her wiha niha festîvalek tê lidarxistin.

Di warê sîteyan de Wanê niha di rewşeke pir baş de ye. Bi taybetî derdora Gola Wanê bala xelkê dikşîne. Ji her alî ve ji bo Wanê daxwaz heye.

Zevî, avahî, erd tê kirîn. Bi taybetî ji Îran û Kurdistana Iraqê tên. Li beramberî Enqere û Stenbolê bihayên xaniyan erzan in. Li gorî bajarên rojavayê Tirkiyê gelek erzantir in.

Otêlên li derdora Gola Wanê 5 stêrk in û şert û mercên wan pir baş in. Her wiha xaniyên hazir jî ji bo kirê hene.

Bi taybetî geştiyarên Îranî naxwazin biçin otêlan. Ew xaniyan tercîh dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst