Leşkerên Tirkiyê xortekî ji Rojavayê Kurdistanê kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê li ser sînora di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê de bi lêdana leşkerên Tirkiyê hate kuştin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyê ragihand ku ciwanê bi navê Rodî Silêman Ehmed yê ji gundewarê bajarê Qamişlo, dema dixwest bi rêya sînorê navbera Zaxo û Bakurê Kurdistanê derbasî nav xaka Bakurê Kurdistanê bibe, li ser destên leşkerên Tirkiyê, rastî lêdaneke tund hat û di encamê de canê xwe ji dest da.

Rodî Silêman Ehmed ê ku xelkê gundê Sîha yê ser bi gundewarê Cizîra Rojavayê Kurdistanê bû, li Herêma Kurdistanê dijiya û dixwest bi wê rêyê bigihêje Tirkiyê û ji wê derê jî xwe bigihîne Ewropayê.

Ji destpêka sala 2023yan ve jî, heta niha 18 kes hatine kuştin û 98 kes birîndar bûne. Her wiha di sala 2022yan jî 46 kes hatine kuştin û 906 kes birîndar bûne.

Li gorî amarên Navenda Belgekirina Binpêkirinan ji Tebaxa 2016an ve heta 18ê Tîrmeha 2023yan, 561 welatiyên Sûrî hatine kuştin.