Mezlûm Ebdî li ser salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê peyamek belav kir

19-07-2023
RÛDAW
Fermandar Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî
Fermandar Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî
Nîşan Mezlûm Kobanî HSD Şoreşa 19ê Tîrmehê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandar Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê got ku Şoreşa 19ê Tîrmehê gelek destkeftî ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê aniye û ya herî girting jî avakirina HSDê bû.

Fermandar Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ji bo 11emîn salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê peyameke videoyî belav kir.

Mezlûm Ebdî  di peyama xwe de amaje bi wê yekê kir ku Şoreşa 19ê Tîrmehê gelek destkeftî ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê anî, ya herî girting jî avakirina HSDê bû û tevî kêmasiyan û dorpêçan, ew hewl didin her xizmeta xelkê xwe bikin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Ebdî tekez kir ku dijminên wan tişta ji dest wan hat, hewl dan ku Rêveberiya Xweser ji nav bibin, lê ew êrîşên wan vala derketin.

Mezlûm Ebî got “Şoreşa 19ê Tîrmehê gelek destkeftî ji bo gelê me û vê herêmê anîn. Di serî de hêzeke parastinê ya xurt ava kir. Ev hêza ku bi navê QSD’ê tê naskirin û tevahiya cîhan wê nas dike û ev demeke dirêj e vê herêmê li hemberî hêzên tarî û dagirker diparêze. Di pêvajoya şoreşê û hindirê şer de, rêveberiyek hat avakirin, ew jî yek ji destkeftiyên herî xurt ên vê şoreşê ye. Ev rêveverî tevî hemû kêmasî, ambargo û êrişên mezin, dîsa heta roja îro hewl dide ku xizmeta vî gelî bike û ji bo vî gelî saziyên neteweyî dide avakirin. Di vê pêvajoya borî de, ji bo ev destkeftî ji holê rabin, çi ji destê dijminên me hat kirin. Hêzên tarî xistin dewrê û êrişî me kirin, dagirkerî bi xwe kete dewrê û êrişên mezin kirin, hewl dan axa me dagir bikin, li hemberî wan, çi hêza me û çi jî hêza gel, bi hev re berxwedaneke mezin meşandin û bi fedekariyeke mezin xebatek hat kirin, em dikarin bêjin ku ev êriş vala derxistin û em gihaştin qonaxa îro. Di roja îro de, em careke din tekez dikin ku heta li Sûriyê çareseriya siyasî bi pêş bikeve, gelê me, gelê vê herêmê bi tevahiya pêkhateyên xwe bighêjin mafê xwe, destkeftiyên şoreşê biparêzin, hêza xwe ya parastinê xurtir bikin, bêtir bi sazî bikin, hêza berxwedanê bilindtir bikin, heta ku bighêje astekê ku ti dijmin nikaribe êrişî vê herêmê bike.”

Fermandarê HSDê di berdewamiya peyama xwe de wiha dibêje “Dîsa em ê di vê pêvajoyê de, Rêveberiya xwe ya Xweser bêtir xurt bikin, derfetên wê bi pêş bixînin, bi tevlîbûna we saziyên wê zêdetir bi hêz bikin, da ku karibe xizmeteke xurtir pêşkêşî vê herêmê bike û ev kêmaniyên ku di pêvajoya berê de derketine, derbas bike. Li ser vî bingehî careke din em bangewaziya tevahiya gelê xwe dikin bi rihê şoreşa 19’ê tîrmehê tevlî vê pêvajoyê jî bibin. Çawa ku ji destpêka şoreşê de, bi coşeke mezin, bi rihekî berxwedanê, bi sebireke mezin, we tevlîbûn da xuyakirin, di vê pêvajoyê de jî di heman astê de tevlîbûnê bidin xuyakirin û em bi hev re vê têkoşînê bimeşînin, destkeftiyên şoreşê biparêzin û mafê gelê xwe bi tevahî pêkhateyên wî misoger bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst