Li Dîlokê bi hinceta PKKê 2 kes hatin desteserkirin

19-07-2023
RÛDAW
Nîşan Dîlok PKK Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê îro 19ê Temûzê bi hinceta “endamtiya PKKê” 2 kes hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewlekariya Dîlokê ragihand, tîmên Şaxa Terorê bi serpereştiya Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê li navenda bajêr bi ser hejmarek mal de girt û bi hinceta “endamtiya PKKê” kesên bi navê A.A. û B.A. desteser kirin.

A.A. û B.A. bo karên îfade wergirtinê bo Rêveberiya Ewlekariya Dîlokê hatin birin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên emnî rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst