Li ber Dadgeha Amedê êrîş: Dayîkek û 2 kurê wê birîndar bûn

19-07-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Ameda Bakurê Kurdistanê li pêş avahiya dadgehê dayîkek û du kurên wê di êrîşeke bi çekê de birîndar bûn.

Îro 19ê Temûza 2023an jina bi navê Hayriye T. û du kurên wê yên bi navên Fesîh T. û Mehmet T. li 13mîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê beşdarî rûniştina dozekê bûn.

Piştî rûniştina dozê li ber deriyê avahiya dadgehê kesekî ku nasnameya wî eşkere nebûye, bi çekê gule li wan reşandin û reviya.

Di êrişê de dayîk û her du kurên wê birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin û birîndar veguhestin nexweşxaneyê.

Derbarê bûyerê de ji aliyê hêzên ewlehiyê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Tê gotin ku polîs li kesê êrişkar digerin, lê heta niha nehatiye desteserkirin.

Heta niha sedema êrîşê nehatiye zanîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst