Li Xarpêtê otobûsa rêwiyan û barhilgirek li hev qelibîn: 1 mirî, 34 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê otobûsa rêwiyan û barhilgirek li hev qelibîn. Di bûyerê de ku zerareke zêde gehişte otobûsa rêwiyan, li gor zanyariyên destpêkê, kesekî canê xwe ji dest daye û 34 kes jî birîndar bûne.

Bûyer, îro 19ê Temûza 2023an li ser rêya Xapêt-Meletî nêzîkê gundê Koçharman çêbû. Li gor zanyariyên hatine belavkirin, otobûsa bi şofêrtiya B.D. ku ji Stenbolê rêwî dibirin Çewlîgê, ji paşve li barhilgirekê daye ku bi heman rêyê de diçû.

Di bûyerê de, kesekî canê xwe ji dest da û 34 kes jî birîndar bûn. Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar, tîmên tendirûstî, AFAD, Berevaniya Şaristanî, cendirme û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Birîndar bi ambûlansan bo nexweşxaneyên cuda yên bajêr hatin veguhestin.

Cenazeyê kesê canê xwe ji dest daye jî bo morga Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê hat rakirin. Hatiye ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin. Lê ti zanyariyên zêdetir derbarê rewşa tendirûstî ya birîndaran de nehatine belavkirin.