Li Xarpêtê 2 bûyerên trafîkê: 1 mirî, 8 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê, du otombîlan li hev dan û di encam de 8 kes birîndar bûn. Herwiha li navçeya Xûxê ya Xarpêtê traktorek qelibî şofêr jiyana xw ji dest da.

Îro Sêşembê 19ê Temûza 2022ê li navçeya Xûxê ya Xarpêtê traktorek qelibî û di encamê de ciwanekî 16 salî yê ku traktorê diajot jiyana xwe ji dest da.

Li nêzî gundê Qavaxê yê navçeya Xûxê ciwanê 16 alî yê bi navê R.K yê ku traktora genim diajot qelibî û di bin traktorê dê ma û bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên AFAD, cenderme û tendirustiyê bo bo cihê bûyerê hatin vegûhestin. Bi alîkariya tîman R.K. ji bin traktorê hat derxistin û ew rakirin Nexwexaneya Fethi Sekin a Bajêr.

Ciwanê birîndar tevî hemû hewldanan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Li aliyê din Xarpêtê li çardewra Yildizbaglari du otombîlan li hev dan. Di bûyerê de 8 kesên di otombîlan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî û tîmên berevaniya şaristaniyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Birîndarên ku di her du otombîlan de asê mabûn, ji aliyê tîmên berevaniya şaristaniyê ve ji otombîlan hatin derxistin û bi ambulansan bo nexweşxaneyên cuda yên bajêr hatin veguhestin.