Li Geverê dest bi danîna xeta gaza xwezayî hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya Colemêrgê li Bakurê Kurdistanê ji bo sala bê da ku li navçeyê were bikaranîn xebatên danîna boriyên veguhestina gazê hatin destpêkirin. Biryar e ewil ew xeta gazê bigihêje cihên niştecihbûna polîsan û TOKÎyê.

Li navçeya Geverê dest bi danîna xeta gaza xwezayî hat kirin û tê plankirin ku sala bê gaza xwezayî bigihêje wê navçeya Colemêrgê.

Li navenda navçeyê ku bi qasî 300 kîlometreyî xeta kanalîzasyonê lê hat danîn, piraniya rêyan asfalt kirin û ava ku dibû sedema bêhna xerab hat sererastkirin.

Li Geverê xebatên danîna xetên derbasbûna bikaranîna gaza xwezayî dest pê kirin.

Di çarçoveya projeya ku ev demeke dirêj e welatî li benda wê bûn, piştî îhaleya ku ji aliyê Şîrketa Veguhastina Petrolê ya Boriyan (BOTAŞ) ve hat kirin de, li ser rêya ku xeta gaza xwezayî derbas bibe boriyên veguhestina gazê hatin danîn. Lê ew xet dê ewil bo cihên niştecihbûna polîs û TOKIyan be.

Ekîbên ku li ser xeta 38 kîlometreyî ya ji gundê Bagişli ya navenda bajêr heta gundê Înanliyê ya di ketina navçeyê de dixebitin, biryar e paşê li navenda navçeyê dest bi kolandinê û danîna boriyên bo veguhestina gaza xwezayî bê kirin.

Berpirsê danîna boriyên gaza xwezayî ya li Geverê Îsmet Turfent jî diyar kir ku wan nêzî 10 kîlometre kolandine û li bi qasî 7 kîlometreyan borî danîne.

Îsmet Turfent got, "Zivistana me pir dijwar e. Qirêjiya hewayê zêde ye. Bi vî karî Geverê dê bigihêje hewayeke paqij û dê di warê borî de jî ji bo navçeya me baş be. Armanca me ew e ku em di dawiya vê salê de bigihîjin çavkaniya germkirinê.”

Li gorî daneyên Koma Xetên Borî û Veguhastina Petrolê ya Tirkiyê (BOTAŞ), di sala 2020an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanêê 48 milyar û 300 mîlyon metrekup gaza xwezayî hatiye bikaranîn. Ev rêje di sala 2021ê de ji sedî 23 zêde bû û derket 61 milyar û 601 milyar metrekup.