Galeriya wêneyan

19-07-2021
16 Photos
Bilind T. Abdullah

Rojên berî Cejna Qurbanê, meydana ajelfiroşiyê ya Hewlêrê ji ajelan tijî dibe ku xelk jî eleqeyeke mezin nîşanî bazarê didin.

Yek ji ajelfiroşên li wê meydanê ji Rûdawê re dibêje, “Cudatir ji 3 salên derbasbûyî, îsal xelk zêdetir ajelan dikirin bo Cejna Qurbanê. Par tevî kêmiya nirx, bazar lawaz bû.lê îsal nirx bilintir e û bazar baştir e.”

Şaredariya Hewlêrê ku 26 cih destnîşankirine bo avêtina paşmayên ajelên ku dê di rojên Cejna Qurbanê de bên serjêkirin, bang li hemwelatiyan kir pabendî rênimayiyan bin û paşmayên ajelan neavêjin ser şeqam û kolanan.

Şaredariya Hewlêrê eşkere kiriye, di dema rûdana her pirsgirêkekê de, hemwelatî dikarin peywendî bi hejmara telefonê (07511624550) ya Rêveberiya Xizmetguzarî û Jîngehparêziyê bikin.

Wêne: Bilind T. Abdullah/Rûdaw