Li Êlihê minîbus wergeriya: 11 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeua Kercewsê ya Êliha Bakurê Kurdistanê  minîbusek wergeriya û di encama qezayê de 12 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyan berdest minîbusê ku plaqeya wê 72 DU 021û şofêrê wê Hidayet Adibellî (35) dema ji Êlihê diçû navçeya Nisêbibê Mêrdinê, lê li nêzîkî gundê Kesîksuyê yê Qosrê wergeriya.

Di qezayê de şofêr, Yagmur (4), Sultan (4), Elîf (9), Gulten (37), Emîne (12) û Şevval Şîmşek (44), Ayten (44) û Îlanur Alpaslan (7), Muhammet Enes Alp (10) û Yusuf Adibellî (12) birîndar bûn. 

Bi alîkariya welatiyên derdora birîndar ji minîbusê hatin derxistin û piştre bi ambulansên bo Nexweşxaneya Dewletê ya Êlihê hatin veguhestin.

Hat zanîn ku birîna Ayten Alpaslan dijwar e, ew bo Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmî hat veguhestin.