Tirkiyê çiyayê Qereçûx û derdora kampa Mexmûrê bombebaran kir

19-07-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Çiyayê Qereçûx Kampa Mexmûrê Bombebaran PKK
A+ A-

Mexmûr (Rûdaw) – Firokeyên şer ên Tirkiyê şeva bihorî Çiyayê Qereçûx û derdora kampa awareyên Bakurê Kurdistanê li qezaya Mexmûrê bombebaran kirin.

 

Çend welatiyên akinciyê Kampa Mexmûrê ji Rûdawê re ragihandin, şeva derbasbûyî derdora saet 00:20 firokeyên şer ên Tirkiyê çend cih li derdora kampê bombebaran kirin û heta niha ti zanyarî derbarê zirarên bombebaranê de nehatiye zanîn.

 

Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî di daxuyaniyekê de ragihandiye, di çarçoveya operasyona Pence-2 a li dijî PKKê de, balafirên şer ên artêşa wî welatî Herêma Qereçûxê bombebaran kirine û çendîn binke û baregeh, depoyên çek û cebilxane û sitargehên PKKê ji nav birine.

 

Wezareta Berevaniya Tirkiyê daye xuyakirin, ku di operasyona esmanî ya bo ser Çiyayê Qereçûxê de, balafirên bêpîlot (drone) jî hatine bikaranîn.

 

 

 

Her şeva bihorî, balafirên şer ên Tirkiyê, gundê Spîndarê li sînorê qezaya Amêdî ya ser bi parêzgeha Duhokê jî bombebaran kirin.

 

Di encama vê êrîşa balafirên Tirkiyê de jî, 3 welatiyên sivîl ên Herêma Kurdistanê birîndar bûne.

 

Herwiha balafirên şer ên Tirkiyê her duh pêncşemiyê binke û baregehên PKKê li quntara çiyayê Qendîkê jî kiribûne armanc.

 

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê derbarê wê êrîşê de jî dabû xuyakirin, operasyona esmanî ya bo ser binkeyên PKKê li Qendîlê, bi hevahengiya li gel Operasyona Çeng a artêşa wî welatî hatiye encamdan û di vê çarçoveyê de, depoyên çek, sitargeh û penagehên PKKê li navçeyê bûne armanc.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst