Şirnex (Rûdaw) – Leşkerên Tirkiyê îro li çend deverên Çiyayê Cudî agir berdan daristanan û hê jî berdewam e.
Li gor zanyariyên Rûdawê ji çavkaniyên xwecihî wergirtine leşkerên Tirkiyê îro pencşemê (19.07.2018) bi hêceta hebûna gerîlayên PKKê agir berdedana daristanên Çiyayê Cudî yên ku dikevin aliyê beramberî parêzgeha Şirnexê û Gundikê Melî.
Heman çavkaniyê diyar kur ku agir bi daristanan ketiye û ji ber qedexe û rênedana ji aliyê leşkerên Tirkiyê ti kes nikare here wî agirî vemirîne.
Li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê ji ber şewatê ji bilî daristanên xwezayî, ziyaneke mezin gihaştiye cureyên ajelan jî û hejmareke zêde ji wan telef bûne.
Wek tê zanîn gelek caran şewat li erdnîgariya Bakurê Kurdistanê ji ber sedemên cûda pêk tê, lê saziyên dewlet her tim bêdeng dibe ku gelek caran daristan bi destê leşkerên Tirkiyê tê şewitandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse