Li Çiyayê Qereçoxê mamek û du biraziyên wî şehîd bûn

Akrê (Rûdaw) – Li Çiyayê Qereçoxê di operasyona hêzên Pêşmerge li dijî DAIŞê de şeş pêşmerge şehîd bûn, sê ji wan şehîdan, mamek û du biraziyên wî ne.

 

Felah Herkî û Fayiq Herkî niştecihên navçeya Akrêyê bûn û Simo Herkî jî li bajarokê Xebat ê ser bi Hewlêrê niştecih bû. Hersê şehîd jî xwedî malbat bûn û li pey xwe 16 zarok hiştin.

 

Xizmên şehîdan dibêjin ku ew her dem amade ne ji bo parastina axa Kurdistanê qurbanî bidin û ew bi vê yekê serbilind in.

 

Şîna hersê pêşmergeyên şehîd li gundê Koçîn ê ser bi Akrêyê li Mizgefta Umer Zêbarî hat danîn, hersê şehîd di wê goristanê de hatin veşartin ku heta niha cenazeyên 14 Pêşmerge li wir hatine bixakspartin.

 

Di operasyona paqijkirina deverên çiyayî yên nêzîkî Mexmûrê de ku li dijî DAIŞê hatibû destpêkirin, ji aliyê Pêşmerge û hevpeymanan  ve 14 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, Hevpeymaniya Navdewletî 30 pêgeh û 5 tunelên DAIŞê bordûman kirin.

 

Ji sala 2014an ve di şerê DAIŞê de hezar û 888 pêşmerge şehîd bûn û 10 hezar û 263 pêşmerge jî birîndar bûne.

 

 


Hûrgiliyên operasyona Pêşmerge û hevpeymanan li çiyayê Qereçoxê