Xalid Şuwanî: Li Kerkûkê Eniya Tirkmenî 600 kes çekdar kirine

19-07-2018
RÛDAW
Nîşan YNK Xalid Şuwanî Kerkûk Eniya Tirkmenî Iraq Tirkiye Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamekî Serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê dibêje, Eniya Tirkmenî ya Iraqê bi alîkariya Tirkiyê li Kerkûkê derdora 600 endamên xwe çekdar kirine.

 

Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Xalid Şuwanî di daxuyaniyekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Eniya Tirkmenî li Kerkûkê navê nêzîkî 600 endamên xwe tomar kiriye û bi alîkariya Tirkiyê ew kes çekdar kirine.”

 

Xalid Şuwanî herwiha got: “Me li ser çekdarkirina wan endamên Eniya Tirkmenî belge li ber dest hene.”

 

Şuwanî herwiha da xuyakirin, ku wan hikûmet û dezgehên istixbaratî yên Iraqê ji çekdarkirina endamên Eniya Tirkmenî bi alîkariya Tirkiyê, agahdar kirine.

 

Wî serkirdeyê YNKê ku di xûla sêyem a parlamentoya Iraqê de, parlamenterê YNKê yê Kerkûkê bû, di berdewamiya axavtina xwe de got: “Li Tirkiyê rahênan bi wan çekdarên Eniya Tirkmenî hatiye kirin, piştre hatine çekdarkirin û ji aliyê Tirkiyê ve di navbera 400 heta 700 dolarî jî mûçe ji wan re hatiye dabînkirin.”

 

Xalid Şuwanî destnîşan kir, di dema rahênanê de, berpirsên Eniya Tirkmenî serdana wan endamên xwe yên çekdar li Tirkiyê kirine ûniha jî bi navê zêrevanên baregehan, ew çekdar li ser baregehên Eniya Tirkmenî li Kerkûkê hatine dabeşkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst