OPERASYONEKE MEZIN: Pêşmerge, asayîş û polîs di berbangê de ketin tevgerê

19-07-2017
Kerkûk
Kerkûk
Nîşan Kerkûk Pêşmerge Gund Polîs Dûbiz
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Hêzên pêşmerge, asayîş û polîsên navçeyên Kerkûkê li başûrê bajêr operasyoneke hevbeş pêk anîn. Di dema operasyonê de 20 gumanbar hatin binçavkirin, çendîn otomobîl û motorsîkletên bê belge û herwiha bombe û teqemenî hatine desteserkirin.

 

Rêveberê Polîsên Qeza û Nehyeyên Kerkûkê Serhed Qadir ji Rûdawê re ragihand, li navçeya Dubiz û bajarokê Yaycî demjimêr 04.00ê sibeha roja Çarşemê 19-07-2017 dest bi operasyoneke berfereh kirine.

 

Qadir da zanîn, ku di operasyonê de 20 kesên gumanbarên DAIŞê hatine binçavkirin. Herwiha dest danîne ser çend otomobîl û 10 motorên bê belge, hejmareke bombe û alavên teqemeniyê.

  

Hêjayê gotinê ye ku roja 18ê Tîrmehê komeke çekdarên DAIŞê êrîşê gundê Çirax a Dûbizê kiribûn û di encamê de 5 kes kuştibûn, ku yek ji wan mûxtarê gund û yê din jî mela bû.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst