FLAŞ - Nêrîna Civata Şûra ya derbarê yasaya terorê eşkere bû!

19-07-2016
RÛDAW
Nîşan Civata Şûra Ysaya Tekoşîna Li Dijî Terorê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)-  Civata Şûra ya Herêma Kurdistanê derbarê dirêjkirina dema Yasaya Tekoşîna Li Dijî Terorê û Yasaya Kirêdayîna Xaniyan de nêrîna xwe eşkere kir û diyar kir ku dema van yasayan nayê dirêjkirin.

 

Berdevkê Wezareta Dad a Herêma Kurdistanê Nerîman Talib ji Rûdawê re ragihand ku Civata yasa wisa baş dizane ku, li dewsa dirêjkirina heyama van herdu yasayan, yasayên din bên bikaranîn.

 

Talib diyar kir ku civet dibêje li şûna yasaya terorê, yasaya jimare 111 a cezayan a Iraqê ya sala 1969ê û herwiha li şûna yasaya kirêdana xaniyan de jî yasaya jimare 87ê sala 1979ê yê Iraqê dikare bê bikaranîn.

 

Civata Şûra di civîna xwe ya roja 17ê Tîrmehê de nêrîn û pêşniyarên aliyên siyasî gotûbêjkir û bi îmzeya Serokê Civatê Dadwer Şivan Mihyedîn bersiva parlamentoya Kurdistanê daye.

 

Yasaya jimare 3 ya Tekoşîna Li Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê ji 18 xalan pêk tê. Roja 3ê Nîsanê ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatiye pesendkirin. Yasa heta niha 3 caran hatiye dirêjkirin.

 

Yasa herî dawî roja 16ê Hezîrana 2015ê ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hate dirêjkirin. Roja 16ê Tîrmeha îsal jî dema yasayê bidawî bû.

 

Pêştir Cîgirê Serokê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Cefer Emînkî daxwaz ji Civata Şûra kiribû ku çareseriyekê ji bo dirêjkirina heyama vê yasayê peyda bike.

 

Roja 11ê Tîrmehê YNK, Goran, Yekgirtû, Komel û Tevgera Îslamî bi daxuyaniyek hevbeş diyar kiribûn ku bêyî parlamentoyê ti aliyek nikare vê yasayê dirêj bike û weke çareseriyek demkî jî daxwaz kiribûn ku yasaya jimare 111 a cezayan a Iraqê ya sala 1969ê, bê bikaranîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst