Li Dêrsîmê piling hat dîtin

19-07-2015
RÛDAW
A+ A-

Dêrsîm (Rûdaw) – Li gundê Zimaga Avasan a ser bi navçeya Pilemoriya Dêrsîmê cewrikê/a pilingê Kurdistanê ya ku di avê de mirarbûyî hat dîtin.

 

Yek ji corê pilingê Kurdistanê ku jê re leopar jî tê gotin û li hin deveran wekî ´Parsê Anatoliyê´ yan jî ´Parsê Êranê´ tê nasîn, li navçeya Pilemoriya Dêrsîmê dîtin.

 

Ev pilingên ku navê wan ên zanistî Ponthera Pordus Tulliana ye, yek ji wan celebên ajelan e ku êdî li Kurdistanê nemane.

 

Li ser agahdarkirina niştecihên gundê Zimaga Avasan a girêdayî navçeya Pilemoriyê, koma pispor a Rêveberiya Parkên Netewî û Parastina Sirûşta Dêrsîmê leşê cewrikê/a pilingê ku di Çemê Pilemoriyê de xeniqiyê, hat dîtin.

 

Li gorî encama lêkolînên destpêkê yên li cendekê pilingî/ê hatiye kirin, derdora yek salî ye, herwiha derdora 3-4 meh berê di demsala biharê de dema hewl daye çemî derbas bike, xeniqiye.

 

Piştî lêkolînên ku li navenda bajarê Dêrsîmê ji aliyê komeke pispor ve hat kirin; di warê sal, cor, dema mirarbûyîna  cewrika/ê pilingê de ji bo encamên mîsogertir were girtin, nimûneyên ji cendek hatin wergirtin ji Saziya Lêkolînên Teknolojîk û Zanistî ya Tirkiyê TUBÎTAKê re hatin şandin.


 

Serokê Rêveberiya Parkên Netewî û Parastina Sirûşta Dêrsîmê Alî Haydar Gursunmez ji Rûdawê re axivî û got ku ji bo cendekê hatiye dîtin baş were parastin şandine navendan saziya xwe bajarê Meletiyê. Gursunmez, destnîşan kir ku bi egereke pir mezin piling e, lê ji bo encamên mîsoger divê ew li benda encamên TUBÎTAKê bin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst