PYD û Kongra-Gel “duyemîn salvegera şoreşa Rojava” pîroz kir

19-07-2014
Mihyedîn Hisên
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê 2emîn salvegera "Şoreşa Rojava" îro hat pîrozkirin û bi helkefta vê rojê çendîn meş û xwepêşandan hatin lidarxistin.

 

Bi boneya "Şoreşa Rojava", îro Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) beyannameyek belav kir û tê de ji xort û keçên kurd daxwaz kir ku bi hewara Kobanê herin û tevlî rêzên şervanên YPGê bibin.

 

Di beyannameya PYDê de herwiha hatiye gotin ku "Em salvegera duyem a şoreşa Rojava ji Kobanê ve pîroz dikin da ku qonaxeke nû ji gelê me re dest pêbike".

 

 KONGRA-GEL jî di vê boneyê de daxuyaniyek belav kir û got ku hin hêzên navneteweyî û herêmî piştgiriya çekdarên DAIŞê yên kirêgirtî dikin da ku êrişî Kobanê bikin lê li gorî Kongra Gl ev hewl biser nakevin.

 

KONGRA-GEL da zanîn, gelê Rojava ji bo azadî û rûmeta xwe ji 7 salî heta 70 salî di nav berxwedanekê de ne û ji ber vê yekê divê hemû kurd piştgiriya Kobanê bikin.

 

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye ziman ku "Şoreşa  Rojava di serî de li gelê kurd û dostên wan li tevayî gelên Rojhilata Navîn û mirovatiya cîhanê pîroz be. Em şehîdên xwe yên bi lehengiya xwe ev şoreş anîn vê rewşê bi rêz û hurmet bi bîr tînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst