Cenazeyê gerîlayekî li Şirnexê hat veşartin

Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyê gerîlayê HPGyê Selman Yalvaçê ku di şerê li Colemêrgê de canê xwe ji dest dabû, li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê hat veşartin.

Gerîlayê HPGyê Selman Yalvaç 14ê Hezîranê li Colemêrgê di şerekî de canê xwe ji dest dabû.

Malbatê cenazeyê Selman Yalvaç wergirt û derengê şevê anî Silopiyayê.

Cenazeyê Selman Yalvaç li Goristana Asriyê ya Silopiyayê hat veşartin.

Malbata Yalvaç şîn li mala xwe ya li Taxa Ofîsê danî.